1. zimanê kurdî di nav zimanên îranî an aryanî de tê dîtin û qebûlkirin û zimanê îngîlîzî jî di nav zimanên cermen de tê dîtin û qebûlkirin.. ev herdu malbat û binemala zimanan jî di nav zimanên hînd-ewropî de tê qebûlkirin ji aliyê otorîteyên zimannasiyê ve.. çendî bi toz û tirabêlka zemên re hinekî dûrayî û dirêjayî ketibe di navbera van herdu zimanan de jî lê hê jî di herdu zimanan de peyvên hevpar yên ku dema cara pêşîn mirov guhlê dibe fêm dike ku bi hev re lêzim in û têkiliyeke organîk di navbera wan de heye hene.. |
|
14.07.2013 05:24 |
endazer
|
2. a niha di metnekî îngîlîzî de liqayî peyva coneê ya îngîlîzî ya ku di sê wateyan de tê bi kar anîn ahtim.. wateya pêşÎn şekl û şêweyê geometrîk ku jê re konî jî tê gotin ya duyem kum û kuleh û kuvik û kolos û ya sêyem jî kov, kûvik e.. axirê ev peyv hem ji aliyê fonolojiya xwe ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê ku salix dide an teswîr dike ve bi ser kum û kovik û kona kurdî ve diçe.. û bawer im ku ji heman reh û rayekî ve birêkeftine û paşê ji hev û din veqetiyan e.. |
|
14.07.2013 06:23 |
endazer
|
3. dîsa peyva cubeê ya îngîlîzî ya ku ji bo şekl û şêweyên geometrîk yên çargoşe tê gotin ku bi tirkî jî jê re dibêjin küp.. di devoka mêrdîn-şemrex ya zaravayê kurmancî de ji tiştên çargoşe wekê libên şekir re kabik tê gotin.. wek peyva coneê peyva cubeê jî hem ji aliyê dengnasiyê ve û hem jî ji aliyê şekl û şêweyê xwe yê dîtbarî ve gelekî bi ser peyva kabikê ya kurdî diçe.. û muhtemelen ev herdu peyv jî berê ji kokekî birêkeftine.. |
|
14.07.2013 06:29 |
endazer
|
4. drop-dilop |
|
20.08.2013 17:38 |
terkexem
|
5. rast - right |
|
20.08.2013 19:22 |
simurg56
|
6. henna(en);hınne(ku);kına(tr). |
|
04.10.2013 08:49 |
cinorek
|
7. (bnr: peyvên hevpar yên di navbera zimanê kurdî û yewnanÎ de) |
|
04.10.2013 08:57 |
cinorek
|
8. peyva herî navdar nehatiye nivîsandin, bila para min be |
|
24.02.2014 23:21 |
kevçiyê dil
|
11. jamie carragher (futbolvanê liverpool ê berê) |
|
20.02.2020 14:27 |
hespêsor
|
12. peyvên ku gelek ji wan rasthatî ye. belê pêwendiyeke di navbera van her dû zimanan da heye lê gelek peyv jî bi tesadufî li hev hatiye. |
|
09.12.2020 12:42 ~2021.08.22 15:02 |
hueyn
|
13. gelek in, û hayê me ji gelekî ji wan jî tune ye. du sedemên evê hene. ya yekem hin bêjeyên hevreh zêde naşibin hev. mesela dema mere li rasta kurdî û righta îngilîzî dinêre yekser xuya ye ku ev hevreh in. lê dema mere dema kurdî û timea îngilîzî binêre dibe ku em texmîn nekin ku ev hevreh in ji ber ku zêde naşibin hev, lê hevreh in. ya duyem hin bêje hevreh in lê wateya wan guheriye. bo nimûne: veşartina kurdî û helmeta îngilîzî hevreh in, lê kî dişê hew li wan binêre û bibêje ev hevreh in, hem wate guheriye hem jî naşibin hev, lê hevreh in. loma min got hayê me ji gelekan tune ye. |
|
12.12.2020 10:02 ~10:05 |
keyomerd
|
14. di ferhengên kurdî de nîn e lê ji rod'a îngîlîzî re em jî dibên rot. yanî gopala dirêj. |
|
15.08.2021 00:36 |
hueyn
|
15. Bilêvkirinên Hinek gotin dişîbin hev |
|
26.06.2022 07:32 ~07:36 |
çomo
|
16. Hair…...…..........por |
|
11.12.2022 02:20 |
çomo
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |